ROJEVA 2'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Mijdara 2018'an.

- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Karayilan ji ANF'ê re axivî û got, "Em li Kurdistanê xet û modela gerîlayên sedsala 21'ê diafirînin. Biryardariya me zelal e."

- Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir, tecrîdkirina Ocalan êrîşek li dijî destketiyên gelê Kurd e û got, CPT û mekanîzmayên wê bûne hevparê vî sûcî.

- Komîteya Rêveber a PKK'ê, ji fermandarên HPG û YJA Starê Delal Amed, Azê Malazgîrt û "Şehîdên Bestayê" bi bîr anî.

- Li gelek welatên Ewropayê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Rojava Kobanê ya Cîhanê meş û mîtîng hatin lidarxistin.

- Endezyarê Zîretê yê Teqawît Ahmet Kasimoglû yê li Amedê, piştî lêkolîneke xwe ya ji 14 salan, ferhenga destpêkê ya li ser navên nebatan a bi Kurdî derxist. Di ferhengê de navên Kurdî yên zêdeyî 20 hezar celebên nebatan hene.