ROJEVA 2'Ê ADARA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Adara 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Adara 2018'an.
- Nûçeyên li ser çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk têkçûn qebûl nekiribe jî têk çûye û gel û şervanên Efrînê bi ser ketine. Karayiyan diyar kir, şer wê hê dewam bike, lê belê berxwedana heta niha nîşan daye ku serketin misoger e. Mûrat Karayilan got, "Eger em êrîşên rejîma AKP-MHP'ê yên li ser Efrînê bişikînin, gelên me wê bi ser bikeve. Hem ji bo gelê Kurd, hem jî wê ji bo gelên Tirkiyeyê serdemeke azad û demokratîk dest pê bike."
- 3 parlamenterên Swîsreyî li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê pêşnûmeyek dan Parlamenta Federal a Swîsreyê û ji Swîsreyê xwestin ku bikeve nava liv û tevgerê.