ROJEVA 2'Ê ÇILEYA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Çileya 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Çileya 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên pê ve girêdayî diqewimin wê werin şopandin.
- Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê bê şopandin.
- Fermandarê Hêzên Taybet ê YNK'ê Lahor Şêx Cengî Talabanî got, heta ku li çar parçeyên Kurdistanê nefikirin, wê ewlekariya ti destketiya nebe û diyar kir, divê Rojava weke mînak bê dîtin.
Endamê Rêveberiya Giştî ya QSD'ê Hakî Kobanê da xuyakirin ku sala 2017'an ji aliyê leşkerî ve destketiyên girîng bi dest ketin û got, bi guhertin û nûkirina sîstema xwe re ew hê profesyonel bûne. Kobanê got, "Sala 2018'an em ê hemû destketiyên sala 2017'an hatine bidestxistin, bi rengê herî xurt biparêzin."
- Kaplan destnîşan kir, biryarnameya ku alîgirên dewletê ji cezakirinê diparêze, ne ji bo dema bihurî ye, ji bo cesaretkirin û parastina kujerên paşerojê ye.
- Endama Komîteya Zindanê ya PAJK'ê Eylem Kasim anî ziman, ew xwedî mîrateyeke xurt a berxwedanê ye ku li ber ferzkirina lixwekirina kincê ji yekrengî ne û got, "Ev kinc wê bê qetandin û şewitandin."