ROJEVA 19'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Adara 2020'an.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku divê baregehên Tirk ji holê bên rakirin û got, "Armanca me divê Kurdistanek dûrî wesayetê be."

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang li doktorên Kurdistanî li Ewropayê kir ku cihê xwe di nava komîteyên tenduristiyê de bigirin û bi berpirsyarî tevbigerin.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ragihand ku li dijî pandemiya Covîd-19 wan Komîteyeke Têkoşînê ava kirine.

Hejmara mirovên ji ber şewba Covîd-19 li tevahiya cîhanê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 8 û 800 kesî.

Li dijî vîrûsa korona ya nû derman hîn nehatiye peydakirin. Semptomên vîrûsa nû çi ne, mirov çawa dikarin nexweşiyê sivik bikin, li malê divê çawa dikarin xwe tedawî bikin?

Komîsyona civakî û Aborî ya Asya Rojava ya Neteweyên Yekbûyî (ESCWA) diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa korona ya nû li nava Ereban zêdeyî 1.7 milyon mirov dikarin bêkar bimînin.

Şervanê enternasyonalîst ê YPG'î Lorenzo Orsettî (Têkoşer Piling) di salvegera şehadeta xwe de li ser medya civakî û li şaneşînên malan hate bîranîn.

Aktivîsta TJA'yê Narîn Gezgor da zanîn ku Ocalan ji bo bingeha demokrasiyê xurt bike bi salan e
têdikoşe û got: "Fikir û ramanên Ocalan ji bo civakê û paşerojê çareseriya demoratîk a
alternatîf e. Îro tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li nava hemû civakê û bi taybet jî li nava jinan
belav bûye."