ROJEVA 19'Ê ÎLONÊ

19'ê Îlonê rojeva Navenda Nûçeyan

-Çalakiyên derbarê tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

-Li Bakruê Sûriyê operasyon dijî DAÎŞ'ê û geşedanên bi vê ve têkildar ên li Bakurê Sûriyê wê werin şopandin.

-Li Girtîgeha bi Ewlehiya Jidiyayî ya Wanê girtiyên ku ji bo tecrîdê şermezar kirin ketin grêva birçîbûnê têne cezakirin. Girtiyên ku nehiştin tazî wan seh bikin êşkence li wan hate kirin.

-Wekîla HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan got tecrîda li ser Ocalan êrîşeke girştî ya li ser jiyana Kurdan e.

-Serokê Eyaleta NRW'ê Armîn Laschet ku beriya niha saziya DÎTÎB'ê ya diyaneta Tirk a li Elmanyayê rexne kiribû, niha jî bi Erdogan re wê biçe vekirina mizgefta navendî ya li Kolnê ya DÎTIB'ê.

-Dewleta Tirk ku li Colemêrg zozan û çêrî qedexe kirî niha jî latên mezin li rêyên ketina taxan datîne. Welatî bi şev û roj bi kontrola nasnameyê dikarin biçin malên xwe.

-Komeke parazvanê mafê mirovan a Elman ku serdana Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan kirin, têkilî tecrîd û bûyerên li Kurdistanê agahî standin.

-Ji bo nûçegihan Daphne Caruane Galîzîa ya Maltayî ku hatî kuştin lêgerîna dadê didome. Li gel ku di ser kuştina wê re gelek wext derbas bû jî ji ber ku hê kujer nehatine diyarkirin hevpîşeyên wê helwest nîşan dan û gotin heta ku hêzên li pişt komkujiyê dernekevin holê ew ê lêgerîna xwe ya dadê bidomînin.