ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Çileya 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Çileya 2020'an.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildar wê bên şopandin.
Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan tecrîdkirina Ocalan nirxand û destnîşan kir, ku tecrîda ji nû ve hatiye ferzkirin li dijî hiqûqê ye û ne mirovî ye.
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk anî ziman, ku ji bo yekîtiya neteweyî demeke dirêj e kar dikin û got, "Em; partiyên Kurd êdî neçar in bi hev re karekî hevpar bimeşînin. Divê em hemû li dora nirxên neteweyî siyasetê bikin."
Siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr ku du serdem in li eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê parlamenteriyê dike, di hilbijartinên 23'ê Sibatê de ji nû ve namzet e. Saziyên Kurdistanî doh ragihandin ku ew piştgiriyê didin Ozdemîr.
Rûbar Serhildan ku di 14'ê Nîsana 2019'an de ji ber êrişeke dewleta Tirk şehîd bû, li pey xwe daxwazeke têkoşînê hişt ku bi qasî çiyê mezin e.
Eniya Antî Faşîst, ji bo şermezarkirina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bang kir ku wê ji bo konferansa Lîbyayê îro bê paytexta Elmanya Berlînê.
Li paytexta DYE Washîngtonê, 4'emîn 'Meşa Jinê' doh hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku bi hezaran jin beşdar bûn, polîtîkayên Serokê DYE'yê Donald Trûmp hatin şermezarkirin.