ROJEVA 18’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Çalakiyên ji bo protestokirina xespa îradeyê ya li Colemêrgê wê bên şopandin.

- Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzer Îbrahîm Bîlmez, diyar kir ku rayedarê wezaretê derewan dike û ji bo înkarkirina tecrîdê qilf çêdikin.

- Hevseroka TEV-DEMê Rûken Ehmed daxuyand ku jin di sala 12’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de têkoşîna jinan a li dijî zîhniyeta baviksalarî bi hêztir bûye.

- Şaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat ê li sirgûnê ye, got ku tecrîd berdewamiya nefreta dîrokî ya dewleta Tirk li hemberî rêberên Kurd e.

- Danişîna rojnamevan Serdar Karakoç wê di 24’ê Tîrmehê de were dîtin û di vê danişînê de biryara wê radestî Elmanyayê bê kirin an na, bê dayîn. Înîsiyatîfa ji Serdar Karakoç re Azadî banga beşdarbûna danişîna rojnamevan Karakoç kir.

Endama MYK’ê ya DEM Partiyê têkildarî Kampanyaya Nan û Edalet ku wê li Mêrdîn-Qoserê bidin destpêkirin axivî, li dijî polîtîkayên aborî, şer û nîjadperest ên desthilatdariya faşîst bal kişand ser veguhertina demokratîk.