ROJEVA 18'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Adara 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Adara 2020'an.
Hiqûqnas gotin, eger vîrûsa korona bigihêje girtîgehan wê felaketeke mezin rû bide û bang li hikumetê kirin, ku tavilê tevdîran werbigire û ji bo berdana girtiyan bikeve nava hewldanan.
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Efrînê Şîraz Hemo, bi wesîleya salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê got, "Efrîn mala me ye" û wê dest jê bernedin. Hemo xwest, dewleta Tirk ji ber sûcên ku kiriye bê darizandin.
Rejîma Enqereyê ku ji ber şewba vîrûsa Covîd-19 di 23'ê Sibatê de sînorên bazirganiyê yên bi Rojhilatê Kurdistanê re girt, eşkere bû ku deriyên sînor nîvê şevê vedike û dihêle qemyonên sebze û fêkî derbas bibin.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, serçeteyê DAÎŞ'ê Mûhammed Saîd Abdul Rahman El Mewla xist lîsteya xwe ya reş a "terorîstên navneteweyî". Li gorî agahiyên ku DAÎŞ'ê ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistiye, serçeteyê DAÎŞ'ê li Enqereyê ye.
Şerê aboriyê yê navbera DYE û Çînê, tevî şewba global a vîrûsa koronayê bi sûcdariyên nû û hişyariyên tund dewam dike.
Hindistan tevdîrên xwe yên li dijî pandemiya vîrûsa korona zêde dike. Lê belê sîstema wê ya tenduristiyê cihê fikaran e.