ROJEVA 18'Ê ÇILE YA 2020'AN
Di rojeva 18'ê Çile de sernavên ku derketine pêş
Di rojeva 18'ê Çile de sernavên ku derketine pêş
Êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê û geşedanên pê ve têkildar we werin şopandin.
Endamê Dîwana KCD'ê Adnan Akgul li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwest nîşan da û got ji bo ku tecrîd bidawî bibe hem li hundir û hem li derve divê têkoşîneke hevpar û xurt were rêvebirin.
Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveeriya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Abid got dewleta Tirk terorê îxracî Rojhilata Navîn, Efrîkaya Bakur û Ewropayê dike û ev projeya Osmaniya nû ye û ji bo her kesî wê encamên kambax bîne.
Gelê Efrînê ku 58 rojan li dijî dewleta Tirk û çeteyên wan li ber xwe da ji bêgavî xaka xwe berda. Gelê Efrînê ku ji 16'ê Adara 2018'an û vir ve li qada Şehbayê ye li ber xwe dide.
Agirî, Arîn, Eylûl, Şîlan, Rohenda û Dilovanan jî bi dîtinên xwe yên herî bedew ev rastî girtin nava objektîfên xwe. Pir caran jî bi hestên xwe yên herî paqij û herî kûr li ser rûpelên sipî bûn hibra pênûsê.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê li Ewropayê wê bi çalakiyan were şermezarkirin.