ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya got, di dema pandemiyê de tundî û komkujiya li dijî jinê zêde bûne.
Partiya Yekîtiya Kesk û Sor û Partiya Gel a Sosyalîst ên Danîmarkayê, êrişa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kirin.
Komargerên li DYE'yê dixwazin, di berdêla alîkariya malî de ya ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, dîrektorê giştî yê rêxistinê îstifa bike.
Ji ber vîrûsa koronayê seferên balafiran rawestiyan e, lewma texmînên rewşa hewayê jî rast nayên kirin.
Doktora destpêkê ya jinan a Tûnisê Tawhîda Ben Cheîkh ku bi dehan salan ji bo tenduristiya jin û zarokan têkoşiya, ji nû ve tê bîranîn.