ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî wê wê werin şopandin.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan li ser polîtîkayên ku partiya wan ji bo sala 2020'î daniye pêşiya xwe axivî û got, "Divê em bi hev re zincîrên tecrîda li Îmraliyê bişikînin. 2020 wê bibe sala têkoşîna li dijî tecrîdê."

Endamên YBŞ û YJŞ'ê diyar kirin ku wê têkoşîna hevalên xwe yên şehîd bûne bimeşînin û destnîşan kirin, Şengal xwedî hêzeke azad û parastinê ye û ev yek jî dijminan ditirsîne.

Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î hate desteserkirin, qeyûmê Wanê bi rêjeya 43 ji sedî buhayê avê zêde kir. Li Wanêku bêkarî di asta 80 ji sedî de ye, gelê Wanê dibêje ku qeyûm wan talan dike.

Serokkomarê Tirk ku ji aliyê Serokwezîr Merkel ve ji bo Konferansa Lîbyayê ji bo Berlînê hate vexwendin, wê bi xwepêşandaneke girseyî bê şermezarkirin.

Nûrhak Sîser heta sala 2017'an dema şehadetê bû "tirsa dilê dijmin". Bi biryardarî, danhevî û taybetmendiya xwe ya heneko di hişê mirovan de ma.

Rojnameya Bîldê ragihand, Serokwezîr Merkel lîsteya vexwendiyên konferansa Lîbyayê li gorî dilê Serokkomarê Tirk Erdogan amade kiriye.

Li welatên pêşketî û bi pêş dikevin, ku wê rêjeya mezinbûna aboriya cîhanê di sala 2020'î de kêm jî be hinekî zêde bikin, deynê zêde û kêmbûna razemeniyan pirsgirêka herî girîng e.