ROJEVA 17'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir, tecrîd bi hevdîtina ji nîv saetê neqediya ye û xwest, xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin ku Leyla Guven 71 roj in di grevê de ye.

- Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir, mînaka tecrîda li Îmraliyê li devereke din a dinyayê nîne û got, çavkaniya tecrîdkirina Ocalan CPT ye.

- Parlamenter û namzetên çep ên Fransayê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin û bal kişandin ser hurmeta raya giştî ya Fransayê li çanda berxwedanê ya gelê Kurd. Wekîlan ji bo welatên Rojavayî yên ku Kurd bi tenê hiştin rexne kirin û gotin, "Divê hûn ji xwe şerm bikin."

- Li navend û navçeyên Colemêrgê, qeyda hilbijêrên sexte her zêde dibe. Eşkere bû li Colemêrgê bi hezaran hilbijêrên sexte hatine qeydkirin.

- Krîza aboriyê ya ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê rû da, li Wanê derbeke giran li sewalkariyê xistiye.