ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Tebaxa 2019'an.

- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, fermanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevgerê û gerîla esas in.

- Pêngava 15'ê Tebaê ne tenê Kurdistan û herêm hejand, di heman demê de gerîlayên Kurdistanê xist rojeva medya dinyayê. Organên weşanê yên girîng nekarîn berxwedana nû ya Kurdan ji nedîtî ve bên.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk dstnîşan kir, ku 15'ê Tebaxê bi qasî ji bo Kurdan ji gelên Rojhilata Navîn û demokrasiyê re jî destketiyên mezin afirand. Şerîk got, "Heta ku Kurdistan azad nebe, Tirkiye demokratîk nabe."

- Gerîlayên ku di nava berxwedana dîrokî ya Xakurkê de ne gotin, ku wê bi ruhê 15'ê Tebaxê bi ser bikevin û ji bo berxwedanê bang li gel kirin.

- Biryar hate wergirtin ku penaberên di keştiya Open Armsê de li Derya Spî beriya du hefteyan hatin rizgarkirin bên qebûlkirin.

- Li Rûsyayê di nava Qesra Kremlînê de bombeyeke mezin a ji Şerê Dinyayê yê Duyemîn maye hate dîtin.