ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Hikumeta AKP'ê ku 10 caran Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê vekir, nexweşxane careke din girt ji bo karibe di hilbijartinên herêmî de dîsa veke.

- Hîkmet Sirtlan a ji gundê Tilalo yê navçeya Sûr a Amedê, li hewşa mala xwe dikanek vekiriye û bi vî rengî debara xwe dike.

- Fransa pesnê xwe dide ku di teknolojî û enerjiya nukleerê de lîderê cîhanê ye. Lê belê herî kêm 1,5 milyon metrekup bermahiyên nukleerî lê hene. Ev yek jî rêveberiya Fransayê dixe nava fikaran.

- Li gorî anketa dawî ya li Elmanyayê hate kirin, berevajî hikumetê, mijara koçberan di rojeva welatiyan de nîne. Koçber û penaber di rêza 13. de di rojeva Elmanan de ne.