ROJEVA 16'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê wê çalakiyek bê lidarxistin.

- Parêzera Guven Cemîle Tûrhalli Balsak: Êdî nema dikare tiştekî bixwîne. Pirsgirêkên dîtin û konsantrasyonê lê der bûne. Mîna berê nema dikare tevbigere.

- Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 343'an de ye. Koma ji bajarê Dûîsbûrgê nobed dewr girt.

- Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dijî tecrîdê tê lidarxistin, di roja 31'ê de ye. Serokê berê yê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Francîs Wûrtz serdana çalakgeran kir û got, ew destekê dide daxwazên wan.

- Tê payin ku rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê di rûniştina nîvro ya Meclîsa Federal de bersivê bide pirsa Partiya Çep a li ser tecrîda li Îmraliyê.

- Aldar Xelîl got, nepêkane ku ew 'herêmeke ewle' ya di kontrola Tirkiyeyê de ye qebûl bikin û diyar kir, gefa herî mezin a li herêmê, Tirkiye bi xwe ye.

- Beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, hejmara dengdêrên sexte yên li bajarên Kurdistanê hatine qeydkirin zêde dibe. Piştî Colemêrg û Îdirê, derket holê ku li Erdîşê jî hilbijêrên sexte hatine qeydkirin.