ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê werin şopandin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, "PKK nebe Kurdîtî tine dibe, koletî û qirkirin jinûve destpê dike" û bang li her kesî kir ku bi ruhe 14'ê Tîrmehê têkoşînê bilind bikin û li ber siyaset û êrişên qirkirinê rabin.

Maloca Internationale ku têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne rapor pêşkêşî rûniştinên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî kir, diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk sûcê şer e.

Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm ku serdana Colemêrg û Wanê kir, anî ziman ku mafê rêveberiya wekhev a hevserokatiyê baweriyeke mezin daye jinan.

Berdevka Komîteya Aboriyê ya Kongra Star Gulistan Murad diyar kir ku bi aboriya komunal re xweparastina jinê xurt bûye.