ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Parêzer Raziye Tûrgût got, ji ber ku kiryarên li Îmraliyê li gelemperiya Kurdistan û Tirkiyeyê hatin belavkirin, bêhiqûqî û tecrîda li girtîgehan di nava 2 salên Rewşa Awarte de gelekî giran bûne û gihîştine asta herî bilind.

- Endama Desteya Weşanê ya JIN TV Berfîn Hêzil got, "Em dixwazin têkiliyên jin û jiyanê yên ji hev hatine qutkirin ji nû ve ava bikin û tevna jinê ya global ku tê hûnandin xurtir bikin." Hêzil diyar kir ku qenala wan wê bibe danhevî û destketiya hevpar a jinan.

- Ji ber bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker li gundê Kortekê û derdora wê şewat derket. Ji ber şewatê bi hezaran dar şewitîn û gelek heywan telef bûn.

- "Rêvebernameya nû ya li ser Destûrname û Herêmên Madenê", dibe ku rê li ber felaketên ekolojîk veke.

- Endama meclîsa şaredariya bajarê Alzey ê Elmanyayê siyasetmedar Dîlan Duzgun a ji Partiya Çep, bi îdîaya ku li ser hesabê xwe yê medyayê heqaret li Serokkomarê Tirk Erdogan kiriye, li balafirgeha Dalamanê hate destgîrkirin.