ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Strasboûrgê mîtîngek bê lidarxistin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku PDK'ê ji dewleta Tirk re gotiye, eger YNK tevlî şerê li dijî PKK'ê nebe wê nikaribe encameke şênber bi dest bixe û got, "PDK dewleta Tirk teşwîq dike ku zextê li YNK'ê bike."

Pisporê Sûriyeyê Prof. Fabrîce Balanche diyar kir ku dewleta Tirk li Rojava paqijiya etnîkî kiriye û got, "Tê xwestin, stratejiya kembera Ereb îro bi destê dewleta Tirk bi cih bê anîn. Erdogan li ser rêya Mûssollînî ye."

Qibrisê ragihand ku ji ber zêdebûna hejmara penaberên Sûriyeyê wê serlêdanên penaberiyê yên Sûriyeyiyan êdî nexe meriyetê.

Hevşaredarê Geverê Şorej Dîrî got, qeyûman Şaredariya Geverê xistiye bin deynê ji 1 trîlyon TL'yî, lê tevî vê yekê jî ti xizmet ji bajêr re nekiriye.