ROJEVA 15'Ê ADARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Adara 2020'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Adara 2020'an.
Endamê Desteya Rêveber a HBDH'ê Ferzad Can salvegera 5'an a damezrandina HBDH'ê nirxand û got, "Em ê xwedî li mîrateya Denîz û Mahîran derkevin, li ser xeta şoreşê têbikoşin û teqez bi ser bikevin."
Gerîlaya YJA Starê Cifaneyî qala serpêhatiya xwe ya li nava têkoşîna azadiyê kir.
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku ji şerê yekemîn û duyemîn ê cîhanê jî bêhtir dirêj dewam kir, dikeve sala 10'an. Şerê ku bi rengê şerê wekaletê dest pê kir û bû sedema mirina bi sed hezaran mirovî, koçberkirina bi milyonan mirovî, êdî hêzên eslî li qadê ne.
Serokê KKP'ê Sînan Çîftyurek anî ziman ku li Rojhilata Navîn daxwazên neteweya demokratik û hebûna Kurdan tê tunekirin û got: "Ji bo em bibin yek ev sedema sereke ye. Em bi vî rengî li yekîtiya neteweyî dinerin. Divê partiyên Kurd êdî nakokî û pirsgirêkên navxweyî danîn aliyekî û bên li cem hev bigirin. Divê armanca yekîtî be."