ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê', ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê hunermendên TEV-ÇAND'ê ve tê meşandin.

Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz bi tundî li ber êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan rabû û got, "Em ne li benda desthilatdariyê ne. Her kes divê bi aqilane tevbigere, berê xwe bide Kurdan. Naxwe wê gelekî poşman bibin."

Nerazîbûna ji ber kuştina ciwanê Kurd Ozkan Tokay dewam dike. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Alîkarê Hevserokan Umît Dede destnîşan kir, ku ev êriş ji ber nêzîkatiya hikumetê ya li Kurdan rû didin.

Endama Komîsyona li dijî Nijadperestî û Cihêkariyê ya ÎHD'ê sosyolog Gulistan Yarkin bal kişand ser zêdebûna êrişên nijadperestiyê û got, "Yekane sedema van êrişan ew e ku qurban Kurd in û kiryar jî Kurdan weke 'bedenên dikarin bên kuştin' dibînin."

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz destnîşan kir, ku kodên 100 salî yên Komara Tirkiyeyê neyên guhertin wê welat ber bi pêvajoyeke tarî ve biçe û got, "Tenê bi têkoşîna bi hev re dikarin ji nava vê tarîtiyê derkevin."