ROJEVA 15'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz roj bi roj giran dibe. Yagiz li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 56 roj in li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ye.

- Girtiyê bi navê Sedat Alçîçek ê li Girtîgeha Kirikkaleyê di greva birçîbûnê de ye, ji berxwedêrên li Strasboûrgê re nameyek nivîsî û diyar kir, ew ê heta serketinê xwedî li çanda berxwedanê ya PKK'ê derkevin.

- Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê êşkence li Ahmet Akbalik û hevalên wî kir ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.

- Mervan Salih ê 13 salî ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve dîl hatibû girtin û şervanên YPG'ê ew rizgar kirin, hovîtiya ku lê hate kirin ji bîra wî naçe.

- Ocalan: Bi şer ya jî bi aştiyê, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke mayinde ferz dikim. Nêzîkatiya wan a li ser Kurdan polîtîkaya 'ne bimire, ne jî sax bimîne' ye. Nêzîkatiya wan, 'Bi qasî ku bimire xwedî lê dernekeve, bi qasî ku sax nemîne xwe li ser zinêr negire' ye. Nêzîkatiyeke bi vî rengî hov e.