ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû got berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi şehîdbûna xwe nirxên mezin ava kirin û domand: ‘’Ev şoreşgerên mezin şehîd bûn, ne rast e ku mirov bibeje me ew ji dest dan. Ne rast e ku mirov van şehîdbûnan wekî ji destdanê bibîne. Me ew ji dest nedan, ew ji dest neçûn. Wan bûneweriya xwe karîgertir kir. Heke em wiha binirxînin, wê demê li ser hîmê rast me yê ew nirxandibin, wê watedarkirina rast be.’’

- Tevî ku 37 sal bi ser berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê re derbas bûn,  çalakiya berxwedanê û qehremantiya netewî ji bo gelê Kurd bû rêyek ya nîşandanê û berxwedan didome...

-Di çarçoveya 134'emîn  festîvala Dûrham ku festîvala herî mezin a cîhanê ye û diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin wê gelek çalakî werin lidarxistin.

- Ji Kovara Jinê heta bi JIN TV, di 108 salan de, ji 100’î zêdetir organên weşanê bi raman û keda nûçegihanên jinên Kurd giha ber destê xwendekar û temaşevanan. JIN TV ku 30’ê Hezîranê dest bi weşanê kirî, bi vê mîrasê bi rê dikeve.

- Gerîlayên li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li berxwe didin ragihandin ku Xakûrkê bi berxwedaniyê tê naskirin, "Heta ku Xakûrkê hebe wê Qendîl ji bo dijmin xeyal be". 

- Xizmên windayan weke her roja Şemiyê wê vê îro jî aqûbeta xizmên windayan bipirsin.

- Ciwanên Kurd li bajarê Den Haag ê Hollandayê Festîvala Spor û Çand a Ciwanên Ewropa li dardixe.