ROJEVA 14'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Sibata 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Sibata 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Meşên dirêj ên ji Luksembûrg û Baselê ber bi Strasboûrgê ve wê werin şopandin.
- Siyasetmedarê Kurd Salih Muslim qala dema dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêbaza wî ya têkiliya bi mirovan re kir.
- 20 parlamenterên jin ên li eyaletên cuda yên Elmanyayê xwestin, daxwaza Leyla Guven a ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan tavilê bi cih were anîn. Wekîlan deklarasyona hevpar weşandin û ji hikumeta federal xwestin ku zextê li Tirkiyeyê bike.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar bang li Kurdên li Ewropayê kir ku roja Şemiyê li Strasboûrgê li hev bicivin û got, "Mîna sala 1999'an divê em li her qadê rabin ser piyan, nîşan bidin ku tecrîdê qebûl nakin û azadiyê misoger bikin."
- Wezîrê berê yê Karên Hundir û Dadê yê Îzlandayê Ogmundur Jónasson diyar kir ku tecrîd ne ya qebûlkirinê ye û got, ew dixwazin bibin dengê qîrîna Leyla Guven.
- Mistefa Mihemme Eloş ku 3 zarokên wî di nava refên Tevgera Azadiyê de şehîd bûn, diyar kir ku gelê Kurd wê serî li ber hêzên navneteweyî netewîne û got, "Ev ruhê me yê berxwedanê ji zindana Amedê tê."
- Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû got, "Rehê berxwedanê û dilê serketinê yê sedsala 21'ê Rêber Apo ye. Hêzên navneteweyî ku ev baş fêhm kirine, tecrîdê roj bi roj girantir dikin."
- Parlamentera Partiya Çep a Elman Helîn Evrîm Sommer, qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve şermezar kir.
- Gerîlayên HPG/YJA Star bi wesîleya salvegera 20'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê gotin, "Komploya li Rêberê me hate kirin, bi fîzîkî ve sînordar ma û Serokê me bi fikrî timî li gel me ye."