ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç gotin, hikumet bi qanûna înfazê hêzên mîlîtarîst, tecawizkar û kujeran ji şewba vîrûsa koronayê diparêze, lê girtiyên siyasî di nava lepên mirinê de dihêle.

Şervanên Tabûra Azadiyê ku enternasyonalîstên li Rojava ne, karê xwe didomîne. Di heman demê de hewl didin rewşa welatên xwe ku di nava şewbê de ne bişopînin.

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz diyar kir, ambargoya li ser Mexmûrê dewam dike û xwest, êdî dawî li vê yekê bê anîn.

Necah û Fahrettîn Mİhemmed ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man li Kampa Waşokanî bi cih bibin, gotin "Şervanên YPG û YPJ'ê wê Serêkaniyê ji dagirkeran paqij bikin."

Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul got, şandina cenazeyê Agît Îpek bi rêya kargoyê asta herî bilind a nebaşiyê ye.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser mirina mirovan a ji ber şewbê li girtîgehan û got, girtîgeh mîna kaxiza tûrnûsol a welêt e.

Krîza aboriyê ku bi vîrûsa korona re wê bi rawestandina aktîvîteyên li gelek sektoran dest pê bike, herî zêde wê bandorê li xwendekarên zanîngehê, mirovên hatineya xwe kêm e û karkerên rojane dixebitin bike.

Şewata li nêzî Çernobîlê rû da, ber bi qada ku madeyên radyoaktîf lê ne diçe.