ROJEVA 14'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji bo Newrozê peyamek weşand û got, "Di Newroza 2023'an de divê gelê me ji her demê bêhtir bi xurtî li ber xwe bide û bi ruhê hesabpirsîn û tolhildanê rabe serhildanê."

- Servet Bacanak ê ji taxa Elektrîk a Hatayê got, "Cîranên min ên ku serê sibehê min silav dida wan êdî nînin, yên çûn ji xwe çûn, yên man jî li cihekî binax bûn. Rewşeke gelekî zehmet e, lê ez bimirim jî nikarim ji vir biçim."

- Çetîn Can û Kazim Can ên AKP'î ku li Wanê ji aliyê qeyûman ve têne xwedîkirin, tevî ku ji ber fesadî xistine nava îhaleyê têne darizandin, hîn jî îhaleyên mezin werdigirin.

- Rêvebera Navenda Giştî ya DAD'ê Sevgî Kîşîn Sazan anî ziman ku kujerên Komkujiya Gazî bêceza mane û got, mejiyê kujer nehatiye darizandin.