ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Rêxistinên Kurdistanî ragihandin ku ew piştgiriyê didin pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye".

Di êrişên nijadperestiyê yên dijî Kurdan de, li gorî bûyerên ku di çapemeniyê de hatin weşandin, 7 salên dawî herî kêm 5 Kurd hatin kuştin û zêdeyî 10 Kurd jî birîndar bûn.

Ji berxwedêrên Heftanînê gerîlaya YJA Starê Evrîm Botan destnîşan kir ku wê nehêlin ku dijmin bikeve nava xaka wan û got, "Bi ruhê Zîlan û Bêrîtanan, bi felsefeya Rêber Apo em ê şer bikin."

Qeyûmê ku dest daniye ser Şaredariya Rêya Armûşê ya HDP'ê, xaniyên dîrokî yên li Wanê hildiweşîne.

Di hilbijartinên xwecihî yên NRW'ê de ku eyaleta herî mezin a Elmanyayê ye, partiya desthilatdar CDU bi ser ket. Sosyal demokratan gelekî kêm kirin, partiya Keskan bû ew partî ku dengê xwe zêde kir. Hilbijartina şaredarên Koln, Dusseldorf û Dortmûndê ji tûra duyemîn re ma.