ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK'ê li ser salvegera 36'an a berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê peyamek weşand û diyar kir ku di 14'ê Tîrmehê de neteweya Kurd bûye xwedî rûmet.

- Rejîma AKP'ê ku daye nava her şêweyên karên ne li rê, niha jî ji girtî û hikumxwarên li girtîgehên Wanê heqê elektrîk, xwarin, qewîş û avê digire.

- Lîderê Kurd Dr. Abdulrehman Qasimlo, 13'ê Tîrmeha 1989'an li Viyanayê dema bi du hevalên xwe re bi rejîmê re li dora maseya danûstandinan rûniştibû hate kuştin. Di ser vê sûîqestê re 29 sal derbas bûn, lê hîn kujer nehatine darizandin.

- Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn li ser desteya wezîran a nû axivî û got, "Desteya ku hatiye ragihandin kabîle ye, şîrketa malbatekê ye."