ROJEVA 13'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Meşên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan diyar kir ku Abdullah Ocalan li dijî sîstemeke ku rojê 10 caran dikare bikuje 25 sal in li ber xwe dide û got, "Ev yek çi nîşan dide? Sîstema Îmraliyê dikare bê parçekirin, azadiya Rêber Apo dikare bê misogerkirin. Divê mirov ji vê bawer bike."

- Gerîlayan diyar kirin ku komploya navneteweyî negihîştiye armanca xwe û gotin, "Em di têkoşîna xwe de bi biryar in. Ti hêz nikare me ji Rêberê me dûr bixîne."

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Namzeta Hevşaredariya Rêya Armûşê ya DEM Partiyê Canan Ûzûnay destnîşan kir ku gel wê xwedî li îrade û destketiyên xwe derkeve û di 31'ê Adarê de qeyûman ji holê rake.