ROJEVA 13'Ê SIBATÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Sibata 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Meşên Dirêj ên ji Mannheîm, Luksembûrg û Baselê ber bi Strasboûrgê ve wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, pêngava dawî wê hovîtî û êrîşkariya faşîzmê ji holê rake û got, "Ev yek rewşeke nû ye; rexnedayineke kûr û sererastkirin e."

- Yekîtiya Zindanan a Marmarayê ku rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê ji nêz ve dişopîne, li dijî zext û binpêkirina mafên mirovan hewl dide dengê çalakgerên greva birçîbûnê bide bihîstin.

- Qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê li Elmanyayê diçe ber destê dadgeriyê. Parêzeran diyar kirin ku wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal bidin. Parlamenter Jelpke jî nerazîbûneke tund nîşanî hikumeta Merkel da.

- Parlamenter Başaran diyar kir, bi tecrîdkirina Ocalan re dixwazin komploya navneteweyî nû bikin û bal kişand ser girîngiya grevên birçîbûnê. Başaran got, "Divê her kes bi erka xwe rabe û bibe dengê hevrêyên me yên di greva birçîbûnê de ne."

- Azîz Olçen ku kurê wî li Girtîgeha Bandirmayê ye diyar kir, rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye, 'Ji zarokên we dest ji greva birçîbûnê berdin ji me re bibin alîkar' û anî ziman ku wan jî gotine, "Daxwazên zarokên me daxwazên me ne."