ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Agît Îpek bi rêya PTT'ê kiryarek li dijî mirovahiyê ye û got, "Gelo nêzîkatiyeke bi vî rengî di kîjan ol, wijdan û exlaqê de heye."

Li kampa Ellwangen a Karlsrûheyê, penaberên bi vîrûsa Covîd-19 ketine û yên pê neketine neçar tên hiştin ku bi hev re bimînin.

Kesên ku bi gumana vîrûsa koronayê li Wanê rakirin nexweşxaneyê, diyar kirin ku ew nehatin tedawîkirin, tenê li deverên mîna hucreyê xistine karantînayê.

Di vê demê de ku mirov ji ber vîrûsa koronayê nikarin ji mala xwe derkevin, Fêrgeha Kurdî ji bo hînkirina Kurdî li ser înternetê dest bi karê perwerdeyê kir. Fêrgehê dîmenê xwe yê destpêkê îro (13'ê Nîsanê) diweşîne.

Herêma xweser a Danîmarkayê Groenland bû herêma destpêkê ku nexweşên bi vîrûsa koronayê bi temamî lê rehet bûn.

Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) amadekarî dikir ku 13'ê Nîsanê ragihîne ku wan dawî li şewba Ebola anîne, lê belê li bajarê Benî kesek ji ber Ebolayê mir û ev yek ji nû ve bû  cihê tirs û fikaran.

Tevdîrên li dijî pandemiya Covîd-19 hatine wergirtin li xwezayê tên. Ji ber kêmbûna liv û tevgera mirovan, aktîvîteya sîsmîk jî kêm bû.

Zanyar lêkolîn dikin ku pandemiya Covîd-19 çima li gorî Bakurê Ewropayê bandoreke girantir li Başûrê Ewropayê kiriye.