ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva navenda nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Lîder Polat ku li Stenbolê ji aliyê kesên ku xwe weke polîs didan naskirin hate revandin û 5 setan di hundirê wesayitê de êşkence lê hate kirin, li gel êşkence û gefên lê hate xwarin got, "Ev lîstikên sivik nikare bi ciwanên Kurd."

Komîteya Çand û Hunerê ya TEV-ÇAND'ê, sînemavan Omer Bagci (Mazdek Ararat) bi bîr anî, ku 13'ê Îlona 2019'an jiyana xwe ji dest da.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î, ku ji aliyê desthilatdariyê ve hate desteserkirin, ji bo AKP'ê bûye qada jêxwarinê. Eşkere bû ku li pişt biryarên nelirê yên li şaredariyê, Alîkarê Serokê AKP'ê yê Wanê Emre Guray heye.

Yekîtiya Ewropa, ji bo dawîanîna li drama 13 hezar penaberên li girava Mîdîllî ya Yewnanistanê çareseriyeke hevpar nabîne. Polîsên Yewnan jî bi ava şid û gavê êriş birin ser penaberan ên ji bo derketina ji giravê xwepêşandan kirin.