ROJEVA 12'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakiyên meşa dirêj ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku Îmrali sîstemeke rêveberiyê ya hevpar a ku bi qirkirinê tê birêvebirin û got, "Divê gelê Kurd, hêzên demokratîk şoreşger rastiya êrîşa îmhayê ya li ser Rêber Apo baş hîs bikin."
- Ji meşvanên dirêj ên Basel-Strasboûrgê Lorî Kollonfaî anî ziman, her ku Abdullah Ocalan nas kir nêrîna li cîhanê guherî û got, "Ocalan çanda berxwedanê hînî me kir. Ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya wî, nedibû ku ez bêdeng bimînim."
- Dayikên ku li Amedê di Nobeda Edaletê de ne gotin, "Em daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan dikin. Armanc ji Meşa Azadiyê edalet, wekhevî û mirovahî ye. Bila her kes xwedî li Meşa Azadiyê derkevin."
- Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir, ji bo tevlîbûna li kampanya azadiyê banga tevlîbûnê kir ku bi 15'ê Sibatê re wê derbasî qonaxa duyemîn bibe. Ji bo têkbirina komploya navneteweyî jî banga mezinkirina berxwedanê kir.
- Komîteya Rêveber a PKK'ê ji ber salvegera 25'an a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û got, "Ji bo serketina pêngava azadiyê ya navneteweyî em seferber bibin."
- Reqayê xwe ji bandora hilweşîner a şer û dagirkeriya DAÎŞ'ê rizgar kir û ji bo jinûve geşbûnê gav avêt. Guherîn û veguherîna li bajêr cihê hêviyê ye.
- Namzeta Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk a ji DEM Partiyê got, "Em ê hemû beşên civakê yên ji nedîtî ve hatine li hev kom bikin, bi hev re pirsgirêkan nîqaş bikin û rêbazên çareseriyê peyda bikin."
- Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kantona Efrîn û Şehba Şêrîn Hesen diyar kir ku pêwîste jin hemû xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin, ji ber ku şoreşeke vejînê afirand.