ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê li ser şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Agît Îpek bi rêya kargoyê, daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku nirxên civakî tune dike û bi bêexlaqî û bêwijdaniyê dixwaze civakê biqedîne, teslîm bigire. Jê heye ku bi vî rengî dikare desthilatdariya xwe dirêj bike."

Maseya krîzê ya ku li paytexta Elmanya Berlînê li dijî pandemiya vîrûsa koronayê ava bû, karê xwe zêde dike.

10'ê Nîsanê ji bo pêşîgirtina li belavbûna şewba vîrûsa koronayê li Kurdistan û Tirkiyeyê derketina derve hate qedexekirin. Amediyên ku ji ber qedexeyê li bexçeyên malên xwe ne gotin, "Divê dewlet bersivê bide pêwîstiyên gel û dema qedexeyê dirêj bike."

Navenda Giştî ya OHD'ê bal kişand ser şandina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Agît Îpek bi rêya postayê û diyar kir, li dijî vê yekê wê li qada neteweyî û navneteweyî bikeve nava hewldanan.