ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistanê, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistanê, Tirkiye û Cîhanê.
Parlamenterên Swêdî diyar kirin, ku piştî daxuyaniya rayedarên Swêdî yên li ser kuştina Olof Palme, ji bo PKK ji lîsteyên terorê bê derxistin divê Kurdên li Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê.
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir, êrişên li dijî partiya wan di nava hilbijêrên wan de bûye sedema hêrsê û got, "Li her derê nerazîbûna li dijî êrişên li ser HDP'ê heye."
Parlamenterê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Denîs de la Reûssîlle destnîşan kir, ku Erdogan mîna dîktatorekî şewba Covîd-19 kiriye amûreke zordariyê ya li ser Kurdan û hemû beşên mûxalîf.
18'emîn Festîvala Fîlmên Jinan Fîlmmor wê di navbera 12-26'ê Hezîranê de bi rengekî onlîne pêk were.
Li Îranê di pêla duyemîn a şewba koronayê de hejmara nexweşan zêde dibe. Vekirina deriyên sînor ên Wan-Îran û Colemêrg-Îran rê li ber metirsiyê vedike. Li Wanê hejmara nexweşan zêde dibe.
Efrîka li cîhanê ew parzemîn e ku herî zêde potansiyela xwe ya enerjiya rojê heye. Lê belê ev potansiyel gelekî kêm tê bikaranîn.