Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

ROJEVA 11'Ê ADARA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Êsîrên ku artêşa Tirk ew li Garê kuştin, di Îlona 2019'an de ji Serokkomar, Serokê Meclîsê û Serokê Giştî yê CHP'ê re name nivîsî bûn û gilî û gazin li wan kiribûn ku ji bo berdanê tiştekî nakin.

Li Wanê tenê di nava mehekê de 8 jin hatin kuştin. Komeleyên jinan li dijî komkujiyên jinan bang kirin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Asta me ya rêxistiniya civakî; berxwedana me ya li dijî sîstema bi serweriya mêr, asta me ya îdeolojîk, siyasî û leşkerî, mîsyona me ya pêşengiya ji jinên cîhanê re xurt kir."

Konê berxwedanê yê li Şengalê 100 roj li pey xwe hişt. Xelkê Şengalê li dijî fermanên nû, ji bo mezinkirina berxwedanê bangê dike.

Platforma Komeleyên Xwecihî yên Demokratîk, ji bo şermezarkirina komkujiyên Helebçe, Gazî û Qamişloyê ku 12'ê Adarê hatibûn kirin, bal kişand ser çalakiya 13'ê Adarê ya li Frankfûrtê û banga tevlîbûnê kir.

Ji bo bernameya alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî tenê ji sedî 45 ê pereyê pêwîstî pê hebû hate komkirin. Yekîtiya Ewropayê pêşniyar kir ku kapasîteya alîkariya mirovî bê xurtkirin.

Rûsya û Çîn ku karên xwe yên li fezayê berfireh dikin, ragihandin ku ji bo li ser Heyvê stasyoneke karên zanistî ava bikin, wê hevkariyê bikin.