ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Îlona 2019'an.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir, li gorî agahî û belgeyên li ber destê wan, Erdogan ê ku Mutabaqata Dolmabahçeyê red kir, li gel dijberiya Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû dest bi rêzekomkujiyan kir.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok got, "Li Tirkiyeyê dewlet kontra ye û aqlê ku îro li ser kar e aqlê vê dewleta kontra ye."

Ji Mamosteyên Kurdî yên Komeleya Lêkolînên Kurd Seyîd Ahmed got, li dijî asîmîlasyonê divê Kurd zimanê xwe hîn bibin û xwedî lê derkevin.

Çeteyên DAÎŞ'ê yê welatiyê Elman ku di destê hêzên QSD'ê de ye, vegerandina wî ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya Berlînê ve hate nirxandin, lê hate redkirin. Dadgehê nebûna wekaleta çete û adresa wî weke hincet nîşan da.