ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Tebaxa 2019'an.

-Delal Amed (Hulya Eroglu) a  ku 1992’an tevlî nav refên gerîla bûyî, 3’yê Mijdar a2017’an dema ku peywira Fermandariya Qada Botanê dikir, şehîd bû. Vegotinên Delal Amed ên li ser artêşbûn, partîbûna jinê, rêgez û dijwariyên wê û asta wê hatin weşandin.

-Nivîskarê rojnameya Elman Dîe Zeîtê Mîchael Thûmann bal kişande ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li  Efrînê ku dagir kirine û bang kir, ''Divê destûra Efrîneke dî neyê dayin.''

-Heta kêliya dawî şer kir, dema ku guleya wî nema, bi kevirên derdora xwe, bi dirûşmeyan li ber xwe da. Navê wî Harûn Raman, yek ji xeleta zincîra fedayitiyê ya PKK’ê.

-Dibistana zimanê Kurdî ya Fatma Tokat ku sala 2017’an ji aliyê qeyûm ve hate girtin û bûbû xirbe wê ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ve ji nû ve were vekirin.

-KNK: Em di hêvî û wê baweriyê de ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em Cejna Qurbanê serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin.

-Cemal Alemdar, Kurdê pêşî ye ku 1965’an îltîcayê Swêdê dike. Li Tirkiyê Hezîrana 1963’an yek ji wan rewşenbîrên Kurd e ku bi navê ‘’23’’yan hatin darizandin. 1975’an tevlî nav cihana kar dibe.