ROJEVA 10’Ê SIBATA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
- Çalakiyên meşa dirêj ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li hemû Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir ku beşdarî meşa Kolnê bibin ku 17’ê Sibatê wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku piştî Komploya Navneteweyî ya berî 25 salan, îro bi milyonan mirov siberoja xwe di paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibînin û bang li her kesî kir ku beşdarî meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê bibin.
- Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak anî ziman ku armanca Meşa Azadiyê û çalakiyên wan misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e.
- Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar diyar kir ku gelê Kurd “Meşa Azadiyê” bi xwedîderketineke mezin pêşwazî kir û got: "Em ê teqez mifteya Îmraliyê bişkînin."
- Siyasetmedarê Baskî Îgor Zulaîka anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan fikarê dide mirov û got: “Divê rêberê dîrokî yê gelê Kurd Ocalan azad bibe û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rola xwe rabe.”
- Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ciwanan, jinan û nûnerên saziyan dîmenên bangkirinê weşandin.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.
- Şaredarê AKP'yî Salîh Akman ku şaredariya navçeya Tûşba ya Wanê desteser kir, di nava 3 mehan de 91 kîlo peqlewe û di nava 2 mehan de jî 240 hezar TL çerez xwar.