ROJEVA 10'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Cotmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin û bûyerên di vê çarçoveyê de diqewimin wê werin şopandin.

- Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê 5 kesên ji bajarê Rennes ê Fransayê ne.

- Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku xwe dispêrin dijminatiya li Kurdan, bi operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP û DBP'ê dest bi karê xwe yê ji bo hilbijartina herêmî kir. Di pênc rojên dawî de li 20 bajaran zêdeyî 300 kes hatin destgîrkirin.

- Gerîlayê HPG'ê Denîz Yuksel ê li Hezroyê şehîd bû, bi kesayetiya xwe ya bi biryar û xwedî berpirsyarî, cihê xwe di hiş û dilê mirovan de girt.

- Çeteyên rejîma Erdogan êdî li paytexta Elmanya Berlînê bi wesayitên ku amblema polîsên dewleta Tirk û nivîsa "Tevgera Taybet" li ser in, digerin. Tevî vê yekê jî polîsan tiştek nekirin.