ROJEVA 10'Ê ADARA 2021'Ê
Çend ji nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Erdal diyar kir, ku civîna salane ya Konseya Fermandariyê ya HPG'ê wê bandoreke erênî li performansa şer a gerîla bike û got, "Eger dewleta Tirk bixwesta êsîrên li Garê werbigire, li şûna 40 balafiran 4 mirovên demokrat û aştîxwaz hatibûya wê mesele bi hêsanî çareser bibûya."
Parêzerê doza PKK'ê ya li Belçîkayê Jan Fermon nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetên Ewropayê ya piştî gefên Îsmaîl Hakki Pekîn da û got, "Welatên Ewropayê lîstikeke metirsîdar dilîzin."
Seroka Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun li ser komeleyê agahî da û destnîşan kir ku ew zarokan perwerde dikin, ji bo karibin bi çand û nasnameya xwe bijîn.
Di 14'ê Adarê de li Eyaleta Baden-Wurttembergê ya Elmanyayê hilbijartinên parlamentê tên lidarxistin. Ji lîsteya Dîe Lînke 2 namzetên Kurd jî tevlî hilbijartinê dibin.
Hikumeta Elman dixwaze planekê bixe meriyetê ku ahengiya koçberan beriya bên welêt bide destpêkirin.
Li Yemenê di şerê navxweyî de heta niha zêdeyî 230 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Şerê li Marîbê ku çavkaniyên girîng ên petrolê lê ne, tê gotin ku wê encama şerê li Yemenê jî diyar bike.
Têkildarî tunebûna mirovên Neandertal gelek teoriyên cuda hatin afirandin. Tê îdîakirin ku tunebûna wan ji texmînan kevntir e.