ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Hezîrana 2018'an.

- Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn û gotin, çalakiya fedayî ya zîndan vejîn û berxwedana jinê ji nû ve derxist holê.

- Girtina Erdem ê CHP'yî bandoreke mezin kir. Bîlgen ê HDP'yî mijar nirxand û got, "Divê mûxalefet helwesteke hevpar nîşan bide." Tanrikûlû yê CHP'yî jî got, "Ev peyamenk e. Desthilatdarî wê zext û otorîteya xwe girantir bike."

- Zeynep Kinaci (Zîlan) li bajarên Goteborg û Helsîngborg ên Swêdê û li paytexta Ermenîstan Erîvanê hate bîranîn.

- Zexta rejîma AKP-MHP'ê ya li ser HDP'ê û hîleyên di hilbijartinê de hatin kirin, li bajarê Lorîent ê Fransayê hate şermezarkirin.

- Rejîma AKP'ê li Îzmîrê ji nişka ve dibistaneke Elman girt. Rayedarên Elman xwestin li ser mijarê daxuyaniyek bê dayin.

- Li Nîkaragûayê bi hezaran kes daketin qadan û xwest ku Serokkomar Danîel Ortega îstifa bike. Çalakgeran ji bo 20 zarokên di dema xwepêşandanên protestoyî de hatin kuştin, daxwaza edaletê kirin.

- Yekîtiya Ewropayê di ser koçberan re careke din mohra xwe danî binê peymaneke rûreş. Pêşî hate vekirin ku 3 milyar Euro alîkarî ji Tirkiyeyê re bê dayin. SOS Méditerranée diyar kir ku ev yek îflasa dewletên Ewropayê ye.

- Li gorî lêkolînekê, her yek ji heft nexweşên şekir (diyabet) ji ber qirêjiya hewayê nexweş ketine.