ROJEVA 1'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Gulana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Gulana 2019'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Rewş û bûyerên li ser rojiya mirinê ya 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ku 30'ê Nîsanê li dijî tecrîdkirina Ocalan dest pê kiribûn, wê bên şopandin.
- Herêm Mehmûd ku ji bo bidawîbûna tecrîdê 65 roj in li navçeya Kelarê ya Germiyanê di greva birçîbûnê de ye got, ji bo azadiya gelê Kurd amade me ku berdêlan bidim.
- Ji siyasetmedarên Swîsreyê Ueli Leuenberger diyar kir, tecrîdkirina Ocalan rêbazeke êşkenceyê ye û got, "Kurdên li Ewropayê bi tifaqa bi gelên li qada navneteweyî re dikarin dawî li bêdengiyê bînin. Dikarin dewletan û saziyan bixin nava liv û tevgerê."
- Girtî Yûsûf Başaran ê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye got, çalakiya wan wê bibe ronahî li dijî tarîtiya faşîzmê.
- Ji berxwedêrên greva birçîbûnê yên girtî Hasan Ûmût Ozer got, "Êdî dema piştgiriyê bi dawî bûye. Dem dema xwedîderketina li berxwedêrên zindanan e."
- Siyasetmedar Bedrettîn Kavak, di çalakiya greva birçîbûnê de ya li Strasbourgê axivî û got, "Çi ji destê kê tê divê bike" û banga seferberiyê li gel kir.
- Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) diyar kirin, wê 1'ê Gulanê bi dirûşma "Stop izolasyon, stop faşizm" bi pankarta #7000 berxwedêr #7000 pankart, dest bi çalakiyan bikin.
- Rewşenbîrên Elman û Îtalyayî çûn serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Berlînê Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl. Rewşenbîran diyar kirin ku ew piştgiriyê didin berxwedana li dijî tecrîdê.
- Çalakiyên 1'ê Gulanê wê werin şopandin.