ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Çalakgerên vê hefteyê yên nobeda 'Azadî ji Ocalan re', ciwanên Kurd in. Ciwanan ji bo Meşa Azadiyê banga tevlîbûnê kirin.
Midûriyeta Giştî ya Karên Petrol û Madenê ya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ya Tirk, qadeên girîng ên Wan û Colemêrgê vediguherîne qada madenê. Komeleyên hawirdorê û nûnerên partiyên siyasî dibêjin, wê li ber vê yekê rabin.
Rojnameya jinê Newaya Jin ku mehane tê weşandin, hejmara xwe ya meha Îlonê bi manşeta "Fitrata we: Dagirkerî-destavêtin-komkujî" weşand.
Cerdevan Hakî Taş ku beriya niha hatibû ragihandin, li navçeya Çaldiran a Wanê di dema operasyona artêşa Tirk de di şer de hatiye kuştin, eşkere bû ku ji ber nexwestiye biçe operasyonê, bi rengê ku 'qeza bûye' hatiye kuştin.
Gerîla Mizgîn Zerya û Zana Gevaş, tevlîbûna li nava karwanê nemiran ê bi rengê fedayî weke fermanekê dîtin. Ev ferman dan xwe, bi cih anîn. Di 20'ê Tebaxê de ji bo şîn bibin li nava xakê reşiyan.
Li Efganistanê, jinên ku tevlî hevdîtinên aştiyê yên navbera Talîbanê û hikumetê bibin, ji bo parastina mafên ku ji sala 2001'ê ve hatine bidestxistin wê têbikoşin.