ROJEV 31'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş.
Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş.
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Êzîdî jê berpirs in û deyndar in ku dîsa li xaka xwe vegerin, piştevanê hev bin. Êzîdî dikarin ji gelek hewcehiyan bêrî bin lê divê Êzîdiyên Şengalê hewceyî kesî nekin.
Gerîla Sarya Botan ji bihareke herî xweşik a Heftanînê çû Cenga Botanê. Gerîlayên herî xweşik ên li meydana Cenga Heftanînê, dema wêneyên te dîtin dest bi govendê kirin. Ev govend dewam dike.
Gerîlaya YJA Star Dîren Serhed a di berxwedana Heftanînê de cih digire, destnîşan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ciwanên Kurdistanê dîrokê dinivsînin.
Diyar bû Elmanyayê ‘serikê harpê’ firotiye Roketsanê, ku Roketsan ji bo artêşa Tirk roket û moşekan hildiberîne. Teknolojiyeke dî jî ya ku hikûmeta Merkel pejirandiye ku bifiroşe dewleta Tirk di moşekên LRAT û MRAT’ê de hatin bikaranîn.
Kesên ji ber Cejna Qurbanê, ji bo kirin û firotina cejnê derdikevin gotin, krîza aborî gelek bandorî li ser kirîn û firotinê kiriye.
Li Wan a li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê yek ji navendên lawirvaniyê ye, çend saet mayî ji Cejna Qûrbanê re xwediyên lawiran bi xisar jî nikarin lawirên di destê xwe de bifiroşin.
Remziye Guçlu ya HDP’î ku bal kişand ser pirsgirêkên nava malê ya jinan û got: “Em hewl didin li her derê li gel jinê cih bigirin. Heta keda jinê bidin nîşandan em ê têbikoşin.”
Di dîroka YE'ye de cara pêşî ye li ser kesên welatiyên Rûsya û Çînê bi îdîaya ku êrîşên sîber anîne, biryara guşaran hate standin.