ROJEVA 23'Ê MIJDARA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Mijdara 2017'an

- Pêngava Bagera Cizîrê, ku ji bo rizgarkirina bakurê Dêra Zorê bi rê ve diçe, wê bê şopandin.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê wê were şopandin.

- Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê, ku ji bo heyetek CPT biçe Îmraliyê dest pê kir, ket meha dudiyan. Çalakger dibêjin, heta ku CPT heyetekê bişîne Îmraliyê û agahiyê ji Ocalan bigirin, wê çalakiya xwe bidomînin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê 250 parêzer serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn, di beşa destpêkê ya hevpeyvînê de qala rewşa tevgera şoreşger a salên 1970'ê li Tûzlûçayirê û rêxistinbûna destpêkê ya Apoyî li taxê kir.