ROJEV 1'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş.

Şêniyên Bedînan li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistan û li dijî bêdengiya hikûmeta herêmê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Ev nayê qebûlkirin. Wê bi berxwedanê dagirkerî têk biçe.

Gerîlaya YJA Star a di Cenga Heftanînê de cihê xwe digire, li ser cengê stranekê qîr dike.

Dîwana KCDK-E ji bo protestokirina Qetlîama Şengalê banga çalakiyên ku bê lidarxistin kir û got: “Em di salvegera 6’an a qirkirina çeeyên DAÎŞ’ê ya li Şengalê li ser Êzidiyan li qadan in.”

Weke her Şemî wê wê çalakiyên Dayikên Şemî û Xizmên Windayan bên şopandin.

Ji bo plana xilaskirina aboriyê ya ji bo têkoşîna dijî krîza aborî ya ku li DYE'yê giran dibe Kongreyê û Qesra Spî li hev nekir.