Rojeke Iraqê: 91 mirî, NY hişyar kir
Rojeke Iraqê: 91 mirî, NY hişyar kir
Rojeke Iraqê: 91 mirî, NY hişyar kir
Li Iraqê di êrîşên roja Şemiyê de 73 jê li paytext Bexdayê herî kêm 91 kesan jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî der barê bilindbûna tundiya navbera Şîa û Suniyan de hişyarî da. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê Gyrogy Bûsztîn êrîşên li Iraqê şermezar kir û ji bo pêşî li "tundiya dojehî " bê girtin banga li rayedaran kir.
Ji Adara 2003'an dema destpêkirina dagirkeriya Emerîkayê û vir ve Iraqê nekarî xwe ji çirava dijwariyê rizgar bike. Her roj êrîşên bi xwîn ên giran rû didin. Êrîşên li dijî sivîlên Şîa û Sunniyan di mehên dawî de ji nû ve zêde bûn. Van êrîşan di navbera salên 2006-2007'an de rê li ber mirina bi deh hezaran mirovan û fikarên vegere li şerê mezhebî vekirin.
Li taxa Şîa ya Bexdayê Sadr City, di du êrîşên xwekujî yên li dijî merasîmên cenaze de 73 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes jî birîndar bûn. Êrîşkaran, konên mezin ên sersaxiyê hedef girtin. Li gelemperiya Iraqê jî 91 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev yek jî, ji bo Iraqê bû roja herî bi xwîn a sala 2013'an.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Iraqê Gyrogy Bûsztîn êrîşên li Iraqê şermezar kir û ji bo pêşî li "tundiya dojehî" bê girtin banga hewldanan kir. Bûsztîn di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Bersivdayîn bi tenê dikare rê li ber bûyerên nû yên dijwariyê veke. Ji bo pêşî li bilindbûna dijwariyê bê girtin, wergirtina tedbîran di bin berpirsyariya rêveberan de ye."
Serokê Parlamenta Iraqê û di heman demê de fîguherekî girîng ê siyaseta Suniyan Ûsame El Nûceyfî di daxuyaniya xwe ya roja Şemiyê de got, "Berpirsyarên van gunehan dixwazin dijwariya mezhebî û bêaramiyê gur bikin."
Bi êrîşên dawî re hejmara mirovên di bûyerên dijwariyê yên ji destpêka meha Îlonê û vir ve jiyana xw eji dest dane derket 470 kesî. Ji destpêka salê û vir ve hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane jî derket 4.400 kesî. Ev bîlanço ji aliyê AFP'ê ve hat amadekirin.
Li gorî çavkaniyeke dîplomatîk a Rojavayî, ji destpêka salê û vir ve nîvê wan li Bexdayê nêzî 500 wesaîtên bombebarkirî hatine teqandin. Li vê bîlançoyê divê nêzî 100 çalakiyên xwekujî yên bi wesaîtên bombebarkirî û 70 çalakiyên xwekujî yên peya lê bê zêdekirin.
Di mehên dawî de bi taybetî komên ser bi El Qaîdeyê êrîşî mizgeftên Şîa, qadên bazarê û seheyên futbolê dikin. Di êrîşên li dijî Suniyan de jî zêde bûn xuya dike. Hikûmet îdîa dike ku operasyonên li dijî komên çekdar encam dane, bi sedan şervan hatine girtin û bi dehan hatine kuştin. Lê belê nerazîbûnên li dijî hikûmeta Şîa zêde dibe. Bi taybetî jî di mijara girtina kêfî ya civata Suniyan û pêkanînên xerab ên li girtiyan de, nerazîbûn zêde dibin.