Li bajarên Rojavayê Kurdistanê Meşên Înê yên vê hefteyê bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê, bi slogana Bila kujerên jinên têkoşer bêne dadgehkirin hatin lidarxistin.
Meşên Înê her hefteyê li bajarên Rojavayê Kurdistanê têne lidarxistin, vê hefteyê bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê ku 9ê çileyê pêkhatibû û yek ji pêşengên PKKê Sakîne Cansiz (Sara) û Nûnera KNKê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin, hate lidarxistin.
Meş li bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê û Amudê, dibin slogana, Bila kujerên jinên têkoşer bêne dadgehkirin de hatin lidarxistin.
Meşa Qamişlo li ber Mizgefta Qasimo destpê kir. Di meşê de pankart û dowîzên ku komkujiyê şermezar dikin hatin vekirin. Di meşa ku pankarta Em ji hikûmeta Fransa dixwazin ku kujerên jinên têkoşer diyar bike bal kişand de, Seroka Meclîsa Bajarê Qamişlo Remziye Mehemed axaftinek kir.
Remziye Mehemed diyar kir ku ew di demeke hesas derbas dibin û wiha got: Ji her alî ve êrîş li ser me pêk tê. Li aliyê din tê xwestin gelê me bi birçîbûnê bê teslîmgirtin. Lê bila bê zanîn ku tu hêz nikarin îradeya gel bişikînin.
Remziye Mehemed, her wiha gelê Amedê ku doh bi girseyeke gelekî qelebalix cenazeyên 3 pêşengên jin pêşwazî kiribûn jî, silav kir. Piştî axaftinên girseyê dest bi meşê kir. Girseya ku di ser Cadeya Munir Hebîb re derbas bû, li Çerxerêya Qermûtê ya li Taxa Hilêliyê bidawî bû.
Li bajarên Dêrik, Girkê Legê û Amudê jî, bi heman armancê meş hatin lidarxistin û komkujî hate şermezarkirin.