Rojava ji bo sîstema hilbijartinê ya li Fransayê mînak hate nîşandan

Ekonomîstê Fransayî Jacqûes Berthelot xemsariya hilbijêran a di asta 60 ji sedî de li hilbijartinên şaredariyan nirxand û konsepta siyasî ya ji civakê qut e rexne kir. Berthelot modela li Rojava jî weke mînaka çareseriyê nîşan da.

Ekonomîstê Fransayî Berthelot ji rojnameya Oûest-France re nivîsî û ev pirs kir: "Gelo beşeke mezin a vê xemsariyê bi zanebûn e?"

Di tûra duyemîn a hilbijartinên şaredariyê de ku roja Yekşemê pêk hat 58.4 ji sedî yê hilbijêran neçûn ser sindoqan. Ev yek jî weke rekorekê hate dîtin.

Berthelot têkildarî mijarê ev pirs jî kir: "Gelo ev bêeleqbûn û xemsarî nayê wateya bêbaweriyê û redkirina demokrasiya tevlîkar a heyî?"

Berthelot diyar kir, namzetan bi projeyên xwe yên xumamî daxwaza pênc, şeş salan a baweriyê ji hilbijêran kir û ev şîrove kir: "Hilbijêr hêza xwe dixe destê bijêrekî, lê ew bi xwe ji derfetên kontrolkirinê bêpar tê hiştin. Yê hatiye hilbijartin çi bixwaze dikare bike. Wezîfeyeke berçav a divê bi cih bîne nade ser milê xwe. Bi çekeke spî li gorî dilê xwe tevdigere, tekane pêkanîna li dijî ihtimala nehilbijartinê ye. Bi kurtasî peyam wiha ye: 'Deng bidin min ez ê bi her tiştî re eleqedar bibim. Ya ku bi vê xemsariyê tê redkirin pêşnûmeya siyasî ye ku ji jorê ve tê, ji civakê qut e. Ya ku salên dawî ji aliyê tevgerên civakî ve tê bilêvkirin, îradeyeke siyasî ya ji jêr ber bi jorê ve ye; meclîs li ser wezîfeyên şênber ên divê bi cih bên anîn nûneran diyar dikin, sîstemeke ku ji jorê ve polîtîka tê ferzkirin nîne; tercîh hemû di destê civakê de ye. Ev yek jî ew tişt e ku Kurdên li Rojava hewl didin bi rêya Konfederalîzma Demokratîk a ji şaredariya lîberter a Mûrray Boockchîn sûd wergirtine."