Nobeta li dijî desteserkirinê di roja 74’an de ye
Nobeta ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Beyoglûyê hat destpêkirin di roja 74’an de berdewam dike.
Nobeta ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Beyoglûyê hat destpêkirin di roja 74’an de berdewam dike.
Çalakiya nobetê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Beyoglûya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da destpêkirin di roja 74’an de berdewam dike. Di çalakiyê de pankartên bi Kurdî û Tirkî "Colemêrg ya me ye" û “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye" hatin vekirin. Gelek caran bêyî navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Qeyûm wê biçe em ê bimînin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Polîsên Tirk girseya ku xwest bi Rojnameya Xwebûnê bikevin qada nobetê asteng kirin. Parlementera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça bertek nîşanî astengiya li hemberî Rojnameya Xwebûn da û diyar kir ku rojnameyeke qanûnî ye û polîs bi keyfî tevdigere.
Piştî nîqaşa bi polîsan re girse derbasî qadê bû û bi tilîliyan govend gerandin.
Hevserokê DEM Partî yê Sancaktepe Çetîn Yildiz di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku ew 74 roj in li qadan in. Yildiz diyar kir ku hilbijartin ji bo demokrasiyê şert e û wiha got: “Demokrasî ew e ku gel gotina xwe bi xwe bibêjin. Ev pergal, pergalekî ku dijminê ekolojî û jîna ye, ev pergal gelan nas nake. DEM Partî li dijî asîmîlasyon û zîhniyeta tekparêz e. Em parêzvanên demokrasiyê ne. Werin em vê pergala tekparêz têk bibin û bi hev re têbikoşin.”
Endamê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Reşît Înce bertek nîşanî desteserkirina vîna gelê Kurd da û got: “Şerm e. Dîroka we 950 sal e, em 15 hezar sal in li vir in. Em jî neteweyek in, em ê nebin Kurdên we. Dibe ku em bi we re cîran bin. Em 74 roj in li vir vale nasekinin. Em ne kesên duyem û sêyem ên van xakan in. Em xelkê qedîm ê van xakan in. Vîna xelkê Colemêrgê radest bikin."